HRE: Di çalakiyên hêzên me de, 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî  encamên çalakiyên dawî yên hêzên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

"Di roja 5`ê Gulanê de, hêzên me di navbera gundê Dêrbêlûtê û navçeya Cindirêsê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Di roja 7`ê Gulanê de, hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

Di roja 8`ê Gulanê de, hêzên me li derdora bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di roja 11`ê Gulanê de, hêzên me li çerxe rêya navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 1 çete jî birîndar bûn.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 6 çete hatin kuştin, 3 jî brîndar bûn."

(kc)


Mijarên Din