HRE: Di rêzeçalakiyan de 5 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan di 3’ê Tîrmehê de, li Efrîn, Mare û Babê rêzeçalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker lidar xistine. Di encama rêzeçalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku şervanên wan di 3’ê Tîrmehê de li derdora gundê Daxilbaş ê girêdayî Babê, derdora bajarê Mare û navçeyên Meydankê û Bilbilê yên Efrînê li dijî çete û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistine. Di encama rêzeçalakiyên HRE’yê de 5 çete hatin kuştin û 9 çete birîndar bûne. Heman demê de hat gotin ku şervanên wan du çekên AK-47 û rextekî çeteyan bidest xistine. Her wiha erebeyekê jî derbe xwariye.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye;

“Di 3’ê Tîrmehê de hêzên me li derdora gundê Daxilbaş ê girêdayî herêma Babê,  çalakiyeke berfireh û bi bandor li dijî çeteyên Firqet El Hemzat yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  lidar xistin. Şervanên me bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû li hember çeteyan kirin. Di encama şer de şervanên me çûn li ser 2 termên çeteyan. Her wiha bi qasî ku hat tekez kirin 2 çete jî bi giranî birîndar bûn. Şervanên me dest danîn li ser du çekên ji cureya AK-47 û rextekî çeteyan.

Di 3’ê Tîrmehê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî ku hijmareke ji çeteyên Firqet Sultan Murad têde bûn li ser rêka navçeya Bilbil û Meydankê kirin armanc. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî bi giranî birîndar bûn û seyare derbe xwar.

Di 3’ê Tîrmehê de hêzên me bi çalakiyekî bi bandor navendekî kombûyîna koma çete ya bi navê Ceyş El Nixbê li derdora bajarê Mare’ê kirin armanc. Di encamê de bi qasî ku hat tekez kirin 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din