HRE: Em ê li dijî dewleta Tirk çalakiyên xwe zêdetir bikin

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û lêkirina dîwarekî nû li derdora Efrînê ku bajêr ji xaka Sûriyê qut dike, daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku dê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê lêkirina dîwaran didomîne û hewl dide bi van dîwaran Erînê ji xaka Sûriyê qut bike. HRE’ê îşaret pê kir ku dagirkirina Efrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bêdengiya li hember dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Di dawiya daxuyaniya xwe de HRE’yê tekez kir ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ya ku Efrîn dakir kiriye, ji milekî de hewl dide demografiya herêmê biguhere û komên çete yên di bin kontrola xwe de tê de bi cih bike, ji milekî ve jî hewl dide bi mudaxaleyên erdnîgarî Efrînê di warê fîzîkî de bi xwe ve gire bide. Dewleta dagirker xaka welatekî din dagir dike ku ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Him dagirkirina xaka welatekî din, him jî bi rêya mudaxelekirina sînorên welatekî din û hewldana berfirehkirina sînorên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî sûc in. Îro dewleta Tirk a dagirker, bi lêkirina dîwarên beton ku di bin navê tedbîrên leşkerî û pêdiviyên operasyonel de tê kirin, hewl dide Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.

Ev pêkanînên sûc ên dewleta Tirk a faşîst ne tenê gelê Efrînê, hemû gelên herêmê hedef digire. Em di wê baweriyê de ne ku tu aliyên ku dixwazin aştî di herêmê de serwer be, divê li hember van pêkanînan bê deng nemînin. Li hember tiştên ku pêk tên, bêdengiya hêzên navdewletî yên ku di nav siyaseta herêmê de ne jî, cihê xemgîniyê ye. Bêdengiya li hember vê, hevkariya binpêkirina rêgezên hiqûqa navdewletî ye. Bi her çi berdêlî dibe bila bibe, divê destûr neyê dayîn ji van pêkanînan re.

Wek Hêzên Rizgariya Efrînê, em diyar dikin ku em di tu şert û mercî de destûrê nadin vê hewldanê û destnîşan dikin ku em ê li hember dewleta Tirk a mêtinger û komên çete yên wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.”


Mijarên Din