HRE: Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesabê êrişên li ser Efrînê bipirsin

HRE’yê daxuyand ku êrişên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber berdewam dikin û diyar kir ku “Em  careke din soza ku me daye gelê xwe, dubare dikin ku em hesabê wan êrişan bipirsin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Efrîn û Şehbayê sûcên dermirovî li dijî gel pêk tînin û her roj êrişên li dijî van herêman dewam dikin. HRE’yê da zanîn ku dê wan êrişan bê bersiv nehêlin û hesabê wan bipirsin.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Efrîn û Şehba êrişên xwe bê navber berdewam dikin. Piştî dagirkirina Efrînê mirovên medenî ku mecbûr mane ji axa xwe koçber bibin, cihê ku çûne jî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ku dijminê hemû gelan e, xilas nebûne. Derveyî pêkanînên dermirovî ku li Efrînê tên meşandin, gundên herêmên Efrîn û Şehbayê her roj ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Di vê çarçoveyê de; di nav meha Pûşperê de li ser herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber tevgera balafirên keşfê çêbû. Ev herêm her roj rastî topbaranan hatin û di encama wan êrişan de 14 caran şewat derket. Di wan şewatan de gelê herêmê bi ziyanên mezin yê madî re rû bi rû ma.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê careke din soza ku me daye gelê xwe, dubare dikin ku em hesabê wan êrişan bipirsin.”

ANHA


Mijarên Din