HRE: Li Babê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiyeke wan a li Babê de 2 çeteyên Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di 15`ê Tebaxê (duh) de hêzên me bi 2 çalakiyên bibandor baregeh û çeperên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora gundê Hezwan ê ser bi Babê ve hedef girtin. Di encamê de 2 baregeh hatin rûxandin û 2 çeteyên Firqet El-Hemze hatin kuştin, her wiha 3 leşkerên Tirk jî di nav de, 8 kes birîndar bûn.” 


Mijarên Din