HRE li Bab û Mareyê li dagirkeran dan: 11 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan li herêma Bab û Mareyê rêzeçalakî li dar xistin, herî kêm 11 çete hatin kuştin û çekên wan desteserkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê  (HRE) têkildarî çalakiyên wan ên 4‘ê Tebaxê li Bab û Mareyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin:

"Di dîroka 4‘ê Tebaxê de li gundê Ebla yê dikeve başûrê bajarê Mareyê li dijî baregeh û çeperên girêdayî çeteyên Ehrar El-Şam û Siqûr El-Şam hêzen me çalakiyekî li dar xistin. Şervanên me ketin çeperên çeteyan û di encama şerê dijwar de 8 çete hatin kuştin û herî kêm 4 çete jî birîndar bûn. Herwiha hêzên me dest danîn li ser hejmarek çek, cebilxane, belge û nasnameyên çeteyan.

Cebilxaneya ku hatiye bi dest xistin wiha ye; 4 çekên AK-47, 4 çekên BKC, 1 çeka B7, 1 dûrbîna şevê, 2 rext, 8 jerjor, 2 qutiyên fîşekên BKC, 2 zincirên BKC, 4 roketên B7, 1 çenteyê B7, 2 çenteyê piştê, hejmarek ji belge û nasnameyên çeteyan.

Her wiha navê hejmarek ji kuştiyên çeteyan navê wan wihayê;
Hemûd El Ehmed, Beşar Berxûd, Basil Elwan, Ehmed Şehade, Cuma Bexîm, Mehmûd El Xelîl

Di dîroka 4‘ê Tebaxê de gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê li hember çeteyên Firqet el-Hemza yekîneyên me çalakiyekî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn."

ANHA


Mijarên Din