HRE: Li Cindirêsê 2 çete hatin kuştin

Di çalakaiyeke ya Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Cindirêsê li dijî hêzên dagirker de 2 çete kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniyekê ragihanidn ku hêzên wan di 2‘ê Tebaxê de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakiyeke pêk anîn. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di dîroka 2‘ê Tebaxê de li gundê Firêriyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê hêzên me kemîn li pêşiya 2 çeteyên girêdayî koma Ehrar El-Şam danîn û piştî kontrola belge û nasnameyên her dû çeteyan re ew kuştin. Ev her dû çete, gelek kiryarên dermirovane û terorane li Efrîne kirine û tevlî dagirkeriya dewleta Tirk bûne.

Navê her du çeteyên ku hatine kuştin wihaye: Menar Mustefa û Ezîz Ezîz"


Mijarên Din