HRE: Li Cindirêsê çeteyek hate kuştin, çeteyek birîndar bû

Li Efrînê çalakiyên HRE’yê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiya wan a duh de çeteyek hatiye kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiya xwe ya duh a li dijî çeteyên Ehrar El-Şam de daxuyaniyeke nivîskî da. HRE’yê eşkere kir ku duh erebeya fermandarekî çeteyên koma bi navê Ehrar El-Şam li navenda Cindirêsê kirine armanc û çeteye bi navê Ebû Hesan Sufyan hatiye kuştin, her wiha çeteyek jî birîndar bûye.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê  wiha ye:

“Çalakiyên bibandor ên şervanên me ku li herêma Efrîn û derdora wê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dar dixin, berdewam dike.

Di 9’ê Tîrmehê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî ya fermendarekî koma çete ya bi navê Ehrar E-Şam li navenda navçeya Cindirêsê kir armanc. Di encamê de çeteyê bi navê Ebû Hesan Sufyan hat kuştin û yekî din jî bi giranî birîndar bû, her wiha seyareya leşkerî jî derb xwar.”



Mijarên Din