HRE: Li Efrînê 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku şervanên wan li Efrîn û navçeya Şêrawa ya Efrîn herî kêm 14 leşker û çeteyên dagirkeriya Tirk kuştine.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye;

“Di dîroka 26’ê Hezîranê de, hêzên me kemînek li pêşiya konvoyekî artêşa dagirker a Tirk li ser rêya di navbera Efrîn û gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa danîn. Di encamê de şerê rû bi rû bi çekên sivik di navbera şervanên me û leşkerên Tirk de rû da. Di şer de leşkerekî Tirk hat kuştin û di nav de jî 7 leşker birîndar bûn.

Di dîroka 27’ê Hezîranê de hêzên me ji du baskan ve êrîş birin li ser tepeyê gundê Kebaşîn yê Şêrawa ku çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk lê bi cîh bûne û nuqteyekî keşfê ya artêşa Tirk li heman gundî. Di encam de şer rû da û têde herî kêm 4 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû. Hejmarek ji leşkerên Tirk jî hatin kuştin, lê hejmar ne hat zelal kirin.

Heman demê de çalakiyên şervanên me yên li gundê Kebaşîn, artêşa dagirker a Tirk bi hejmarek mezin ji çeteyan dest bi operasyonê kirin, lê ji aliyê şervanên me hatin armanc girtin. Di encama girtinê de 5 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de, hêzên me çalakiyek li hember nuqteyekî kombûyîna çeteyan li heman gundî (Kebaşîn) li dar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û hejmarek ne diyar birîndar bûn.

Di rêzeçalakiyên hêzên me ên li gundê Kebaşîn şervanekî me bi sivikî birîndar bû.

Di dîroka 27’ê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyekî sabotajê nuqteyekî çeteyên (polîsên leşkerî) li taxa Tirindê a li navenda bajarê Efrînê kirin armanc. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Weke encam, di rêzeçalakiyên hêzên me de li Efrîn û navçeya Şêrawa herî kêm 14 leşker û çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.”


Mijarên Din