HRE: Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku hêzên wan li gundê Basûtê yê Efrînê li hember çeteyên artêşa Tirk çalakiyek pêk aniye û 2 çeteyên koma Firqet El-Hemza hatine kştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke  nivîskî destnîşan kir ku hêzên wanli gundê Basûtê yê Efrînê duh li dijî erebeyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk aniye, di encama çalakiyê de erebe hatiye teqandin û 2 çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemza hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me bi çalakiyekê 2 çeteyên Firqet El-Hemza kuştin.

Di 17’ê Gulanê de, hêzên me bi çalakiyekê seyareyeke çeteyên bi navê Firqet El-Hemza li gundê Basûtê teqand, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”

 


Mijarên Din