HRE: Li Efrînê 5 çete hatin kutşin û 2 erebe hatin rûxandin

HRE’yê li navçeyên Cindirês û Bilbilê yên girêdayî kantona Efrînê çalakî li dar xistin, di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 2 erebe hatin rûxandin.

Têkildarî mijarê HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE’yê der barê çalakiyan de wiha ye:

Li roja 14ê Sibatê;

Di 14’ê Sibatê de li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê, hêzên me li hemberî serçeteyekî çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de serçete hat kuştin, 2 wesayît hatin rûxandin.

Li roja 19ê Sibatê;

Di 19’ê Sibatê de jî li ser rêya di navbera gundê Şingêlê û navçeya Bilbilê de hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Her wiha topbaran û tevgerên balafirên keşfê li gelek herêman bê navber berdewam dike.


Mijarên Din