HRE: Li Efrîn, Ezaz û Mareyê 8 çete hatin kuştin

HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên wan ên dawîn ên li Efrîn, Ezaz û Mareyê de 8 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku di çalakiyên wan ên duh û pêr ên li Efrîn, Ezaz û Mareyê de 8 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me di du rojên borî de bi çalakiyên cur bi cur artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrînê û derdora wê kirin armanc. Di wan çalakiyan de gelek çete hatin kuştin û çekên wan hatin bidestxistin.

Di 4’ê Îlonê de hêzên me li derdora gundê Kefer Kilbîn a girêdayî herêma Ezazê êrîş birin li ser baregeh û çeperên çeteyên koma bi navê El-Cebha El-Şamiyê û bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû bi çeteyan re kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, her wiha seyareyeke leşkerî derbe xwar û hejmarek ji çeperên çeteyan hatin rûxandin. Heman demê de hêzên me çekeke AK-47, 1 dûrbîna şevê, 1 cîhaz, 1 telefon û 1 rext desteser kirin.

Di 5’ê Îlonê de hêzên me li kombûneke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kebaşîn a girêdayî navçeya Şêrawa da. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û çekek AK-47 û dûrbîneke şevê hat bidestxistin.

Di 5’ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyekî leşkerî ya çeteyên Feyleqa 5 a girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser rêka gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc, di encamê de seyare hat derbkirin û serçeteyê komê Seîd Faris jî di nav de 2 çete birîndar bûn.

Di heman dîrokê de hêzên me bi çekên sivik û navîn li navenda çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Tiwêhîniyê yê girêdayî bajarê Mare dan. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û gelek çeperên çeteyan hatin rûxandin.”

 


Mijarên Din