HRE: Li Efrîn, Mare û Ezazê 5 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku şervanên wan li navçeya Efrînê Şerayê, derdora bajarê Mare û gundê Kefer Xaşir ê girêdayî Ezazê li leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk dane. Di encamê de 5 çete û leşker hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn. Heman demê de 2 erebeyên wan jî hatin ruxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku şervanên wan li navçeya Şera ya Efrînê, gundê Kefer Xaşir ê girêdayî Ezazê û derdora bajarê Mare li leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dane. Di encamê de 5  çete û leşker hatine kuştin û 16 jî birîndar bûn.  

Daxuyaniya HRE wiha ye;

“Di  29’ê Hezîranê de, hêzên me çalakiyeke sabotajê li hember hejmareke ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare’ê lidar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha erebeyek leşkeri ji cureyê (VAN) jî hat ruxandin.

Di 2’ê Tîrmehê de, hêzên me çalakiyek li hember du noqteyên leşker û çeteyên Tirk ên li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera li dar xistin. Di encamê de her du noqte hatin rûxandin. 2 çete ku yek ji wan leşkereke Tirk bû û yê din çeteyê (Liwa El Şimal) hatin kuştin. Her wiha 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Di 2’ê Tîrmehê de, hêzên me kemînek li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî bajarê Ezazê danîn, û komeke çete ji koma (Liwa El Şimal) kirin armanc. Di encamê de şer di navbera şervanên me û koma çete de rû da, bi qasî ku hat tekez kirin 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Heman wextî şer, komeke çete ku dixwest piştgirtiya çeteyan bike ji aliyê şervanên me hatin armanc kirin û mayînek bi seyareyeke wan de hat teqandin. Di encamê de 7 çete birîndar bûn ku di nav wan de rewşên giran jî hebû, her wiha seyareyeke leşkerî jî hat ruxandin.

Di 2’ê Tîrmehê de di navbera hêzên me û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare’ê şer rû da, lê encam ne hat zelal kirin.”


Mijarên Din