HRE: Li Ezazê leşkerekî Tirk hat kuştin, 3 jî birîndar bûn

HRE‘yê ragihand ku hêzên wan li Ezazê du çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn.  HRE‘yê got di çalakiyan de leşkerek Tirk hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyan û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser navçeyên Şera û Şêrawayê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me bi biryardariyekî mezin çalakiyên xwe ên li hember artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ên li Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li wan didin.

Di dîroka 18‘ê Tebaxê de, hêzên me bi 2 çalakiyên bi bandor barageh û çeperên artêşa dagirker a Tirk li derdora bajarê Ezazê kirin armanc. Hêzên me bi çekên giran û navîn li leşkerên Tirk dan û bi qasî hat tekez kirin leşkerek Tirk hat kuştin û 3 jî birîndar bûn. Baragehên artêşa dagirker ên ku ji aliyê hêzên me ve hatin armanc girtin ji bo topbarana heremên tije sivîl ên navçeya Şera û Şêrawa bi obîs û belafirên keşfê ên bi çek dihatin bi kar anîn, û ziyaneke mezin digihand can û malên sivîlan.

Di dîroka 18 – 19‘ê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane bi obîs û belafirên keşfê ên bi çek herêmên sivîlan ên li gundên Şewarixa, Malikiyê, Elqamiyê û Merenaz yên girêdayî navçeya Şera, her wiha gundên Birc Qas û Gundê Mezin yên navçeya Şêrawa topbaran û bombebaran kirin. Di encamê de ziyaneke madî mezin gihişt malên gundiyan, û astengî li pêşiya jiyana rojane û gihiştina zeviyan ya xelkên wan herêman çêkir."


Mijarên Din