HRE: Li Ezaz û Mare 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku li Ezaz û Mare 6 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Di dîroka 22`ê Tebaxê de hêzên me çalakiyek bi bandor a serdagirtinê li dijî çeper û navendên çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê li dar xistin. Hêzên me ji du baskan li ser baragehên çeteyan ve girtin. Di encama şerê rû bi rû de 4 çeteyên El Cebha El-Şamiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Di dîroka 23`yê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî girêdayî çeteyên El Cebha El-Şamiyê li derdora bajarê Mare kirin armanc. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û seyareyekî hat rûxandin.

Hemwextî wê, artêşa dagirker a Tirk bi guleyên tank û obîsan gundên Minix, Eyn Deqnê, Til Medîq yên girêdayî herêmên Şehba topbaran kirin. Di encamê de ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlên heremê.”

 


Mijarên Din