HRE: Li Marê û Şêrawayê 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çarçoveya rêzeçalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Marêyê  û li navçeya Şêrawayê 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)  li ser çalakiyên xwe yên li  bajaroê Mareyê û navçeya Şêrawayê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di dîroka 24‘ê Tîrmehê de hêzên me çalakiyeke sekvanî li hember çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Marê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Di dîroka 25ê Tîrmehê de li başûrê bajarê Marê li derdora gundê Ebla hêzên me bi çekên sivik û navîn çalakiyekî li dijî noqte û stargehên çeteyên Ehrar El-Şam li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên girêdayî Ehrar El-Şam hatin kuştin û 1 jî birîndar bûn her wiha 2 motorsiklêtên çeteyan jî hatin rûxandin.

Di dîroka 26‘ê Tîrmehê de li navçeya Şêrawa gundê Birc Heyder hêzên me li dijî terorîstên Feyleq El-Şam çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 terorîstên Feyleq El-Şam hatin kuştin."


Mijarên Din