HRE: Li Mare, Bab û Ezazê 17 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên li Mare, Bab û Ezazê daxuyaniyek da û got: “Di encamê de 17 çete hatin kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)wiha ye:

 “Yekîneyên me li herêma Mare, Bab û Ezazê rêzeçalakiyên bi bandor û berfireh li dar xistin.

Di dîroka 31`ê Tîrmehê de li derdora bajarê Mare hêzên me çalakiyeke li hember çeperên çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye û Cebha El-Şamiye li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

Di dîroka 2`ê Tebaxê de li gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê yekîneyên me bi çalakiyekî berfireh êrîş birin ser baregeh û çeperên terorîstan. Di encama şerê dijwar de 8 terorist hatin kuştin û hejmarek ji terorîstan jî birîndar bûn, her wiha hêzên me gelek çeper û seyareyên doçka li ser rûxandin.

Di dîroka 2`ê Tebaxê de li gundê Daxilbaş ser bi Babê hêzên me çalakiyekî li dijî çeperên çeteyên Cebha El-Şamiye li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyareya doçka hat rûxandin û 4 çete hatin kuştin.

Di encama çalakiyên hêzên me li Mare, Bab û Ezazê herî kêm 17 çete hatin kuştin û 2 seyareyên leşkerî û gelek çeper hatin rûxandin.”

 

 

 

 


Mijarên Din