HRE: Li Mare û Şêrawayê 13 çete hatin kuştin

HRE‘yê ragihand ku hêzên wan li herêma Mare û navçeya Şêrawa rêzeçalakiyên bi bandor li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin, di çalakiyên de 13 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên wan ên li herêma Mare û navçeya Şêrawa daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin:
"Di dîroka 4‘ê Tebaxê de hêzên me çalakiyek bi bandor li hember çeteyên El Cebha El-Şamiyê li derdora herêma Mare li dar xistin. Hêzên me seyareyekî leşkeri ku hejmarek ji çeteyan têde bûn kirin armanc. Di encamê de seyareya leşkeri hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndan bûn.

Di dîroka 5‘ê Tebaxê de hêzên me bi rêzeçalakiyên cuda çeperên komên çete ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc. Şervanên me girtin li ser baregehekî çeteyan û şerê rû bi rû kirin, di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û baregehekî çeteyan hat rûxandin.

Hemwextî wê, dema ku hejmarek ji çeteyan xwestin çeteyên kuştî ji herêmê dûr bixin, şervanên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Li aliyekî din li heman gundê Beradê hêzên me li dijî kombûyîna çeteyan çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Weke bîlançoya çalakiyên gundê Beradê; 9 çete hatin kuştin, hejmarek cebilxane hatin desteser kirin. Cebilxaneyên ku hatin desteser kirin; 2 çekên AK-47, 2 Rext, 12 jerjor û 2 telefon."


Mijarên Din