HRE: Li Mareyê  3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çarçoveya çalakiyên wan ên li himber artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herema Efrîn û derdora wê, hêzên wan girtin li ser barageha çeteyan û 3 çete kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek weşandin, ragihand ku hêzên wan li bajarê Mareyê girtin li ser barageha çeteyan û 3 çete kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin

Di dîroka 10‘ê Gulanê de, hêzên me êrîş birin li ser bargeheke çeteyên bi navê (El- Cebhe El0 Şamiyê) li gundê Seyid Elî yê girêdayî bajarê Mareyê, di encama çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer rû da û tê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."


Mijarên Din