HRE: Li Şera û Şêrawa 2 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeyên Şera û Şêrawa de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên wan yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeyên Şera û Şêrawa de 2 çete hatin kuştin.

Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye:

"Di dîroka 20’ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyekî navendekî hevbeş a leşkerên artêşa Tirk a dagirker û terorîstên girêdayî wê li gundê Vêlat Qadî yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc. Di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 leşkerên Tirk û çeteyek jî brîndar bûn.

Di dîroka 21’ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyekî navendekî çeteyên Firqet el-Hemza li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa rûxandin, di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn."


Mijarên Din