HRE: Li Şera û Şêrawa 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Şera û Şêrawa 5 çeteyên dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgarkiriya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me bi 2 çalakiyên cuda li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê çeteyên dewleta dagirker a Tirk hedef girtin û 5 çete hatin kuştin.

Di 2`yê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyeke berfireh bi ser paygeheke leşkerî ya çeteyên Ehrar El-Şam a li derdora gundê Vêlat El-Qadî yê girêdayî navçeya Şera de girt, di encamê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di şer de 5 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn, her wiha hêzên me çekeke AK-47, rextek û telefonek desteser kirin.

Di 3`yê Hezîranê de, yekîneyeke me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyeke leşkerî ya grûpa serçete Ebdullah Helawê yê girêdayî Firqet El-Hemze li gundê Basûtê yê ser bi navçeya Şêrawa ve li dar xist, di encamê de 2 çete birîndar bûn û seyareya leşkerî hate derbkirin.

Di dema şer de pêwendiya me bi şervanekî me re qut bû. Der barê çarenûsa wî de em ê di dema pêş de agahiyan bi raya giştî re parve bikin.”

(kc)


Mijarên Din