HRE`yê li Efrînê droneke bi bombe ya çeteyan xist xwarê

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan droneke bi bombe ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê.

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di  roja 8`ê Adarê li eniya Efrînê hêzên me dronek bi bombe (Phontom 4) ya çeteyên dagirker anîn xwarê.

Di daxuyaniya duh de me ragihandibû ku di encama çalakiya sabotajê ya li 6`ê Adarê li Efrînê hatibû lidarxistin de 2 çete brîndar bûne. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin yek ji wan çeteyan di nexweşxaneyê de mirî ye.

Artêşa dagirker êrişên xwe yên bi çekên giran li heremê berdewam dike."

(kc)


Mijarên Din