HRE`yê li Efrînê li artêşa Tirk da, leşkerekî Tirk hat kuştin, 3 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Şêrawa li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di encam wê de leşkerek hat kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê,  hêzên me bi çalakiyeke bi bandor li leşkerên Tirk dan.

Di dîroka 25`ê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyekî bi bandor du nuqteyên bi cîhkirina leşkerên artêşa dagirker a Tirk li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc. Di encama çalakiyê de leşkereke Tirk hat kuştin û 3 leşker jî bi giranî birîndar bûn, her weha her du nuqte jî hatin ruxandin.”

(bx)


Mijarên Din