HRE'yê li Şera û Ezazê li dagirkeran da

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin ku di çalakiyên wan ên li dijî hêzên dagirker li navçeya Şera ya Efrînê û herêma Ezazê 5 çete hatin kuştin û erebeyeke wan hate rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ser çalakiyên wan ên di 4'ê Gulanê de li dijî hêzên dagirker daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di dîroka 4'ê Gulanê de, di êrîşa artêşa dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên herêma Şera de, li ser bersivdana hêzên me pevçûnên giran hatibûn jiyankirin û di encam de êrîş hatibûn şikandin. Di derheqê hinek çalakiyên ku hatibûn li dar xistin em agahiyên berfireh bi raya giştî re parve dikin.

Di dîroka 4'ê Gulanê de, hêzên me çalakiyek li himber erebeyeke leşkerî ku têde du çete hebûn li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herema Ezazê li dar xistin, di encamê de du çete hatin kuştin û erebeya wan hate ruxandin, her du çete bi armanca destekdayîna çeteyên êrîşkar ên li herema Şera berê xwe didan gundê Merenazê.

Di dîroka 4'ê Gulanê de, hêzên me sê çalakiyên sûqestê li himber çeteyên El- Cebha El-Şamiyê li dar xistin, du çalakî ji wan li derdora gundê El Malikiyê û ya sisyan li derdora gundê Merenazê pêk hat, di encamê de sê çete hatin kuştin."


Mijarên Din