HRE‘yê nasnameya şehîdekî xwe eşker kir

Hêzên Rizgariya Efrînê  ragihandin ku şervanê wan Şoreş Amanos li navçeya Şera ya Efrînê di çalekiyekê li dijî hêzên dagirker de şehîd bû.

Rêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe Mihemed Hisên (Şoreş Amanos) ragihandin û diyar kir ku Şoreş li navçeya Şera di çalakiyekê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye;

"Rêhevalê me Şoreş Amanos yê ku di berxwedaniya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayi wê de roleke girîng lîst, roja 30‘yê Nîsanê di çalakiya ku li Şera pêk hat de şehîd ket.
Hevrê Şoreş, di nava malbatekî welatparêz de li bajarê Efrinê navçeya Cindirêsê ji dayik bû, bi bandora têkoşîna azadiyê tevlî nav refên me bû. Hevrê Şoreş, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirti bu bi biryardarî bicîh anî."

Em hevrê Şoreş bi minnet û rêzdarî bibîrtînin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.
li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîd wiha ye:
Nasnav: Şoreş Amanos

Nav û Paşnav: Mihemed Hisên

Navê Dayikê: Yildiz

Navê Bav: Ekrem

Cihê ji dayikbunê: Efrîn - Cindirês

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn - navçeya Şera / 30‘yê Nîsana 2019.


Mijarên Din