HRE`yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku rêhevalê wan Rojhat Hemdûş li Til Rifetê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî meijarê daxuyaniyek da û got:

“Rêhevalê me Rojhat Hemdûş ê ku di berxwedana me ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rolek girîng lîst, di dîroka 26`ê Nîsanê de li herêma Til Rifatê dema li ser erka xwe bû şehîd bû. Heval Rojhat ê ku di malbatek welatparêz a Efrînî de ji dayîk bû salên dirêj di nav hêzên parastinê de cih girt, bi dagirkirina Efrînê jî di nav refên hêzên me de roleke girîng lîst.

Em hevrê Rojhat bi minnet bibîr tînin. Wê bîranîna wî di têkoşîna me de bijî.”

(kc)


Mijarên Din