HRE’yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê şervanê xwe Zinar Canşêr (Elî Salih) ku di 29’ê Tebaxê de li Şêrawa di encama krîza dil de şehîd bû, bi bîr anî û ji malbata wî re sersaxî xwest.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku şervanê wan Zinar Canşêr (Elî Salih) di 29’ê Tebaxê de li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama krîza dil de şehîd bûye. HRE’yê diyar kir ku Zinar Canşêr dema ku li ser erka xwe bûye, krîza dil derbas kiriye û di encamê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata wî û tevahiya gel re xwest.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hevrêyê me Zinar Canşêr di 29’ê Tebaxa 2019’an de dema ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê li ser erk û berpirsiyariya xwe bû, di encama nexweşiya krîza dil de gihîşte şehadetê.
Hevrê Zinar, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Raco ya girêdayî Efrînê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kir, bi bandora ji berxwedanê tev li refên me bû. Hevrê Zinar ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Hevrê Zinar piştî ku tev li refên me bû, ji ber ku li hember dagirkeriyê di nava xwe de hêrseke mezin dihewand, hetanî henaseya xwe ya dawîn jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Zinar, erk û berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe wergirtibûn, bi biryardariyeke xurt bi cîh anîn.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Zinar Canşêr
Nav û paşnav: Elî Salih
Navê dayikê: Şaziya
Navê bav: Ebid El-Mecîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn-Raco
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn-Şêrawa / 29 Tebax 2019

Em hevrê Zinar bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata wî û gelê me re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar