HRE’yê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîd Şoreş Efrîn (Mihemed Hebîn) eşkere kir. HRE’yê diyar kir ku Şoreş Efrîn 21’ê Adarê di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) îro daxuyand ku şervanê wan Şoreş Efrîn di 21’ê Adarê de şehîd bûye û bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di 21’ê Adarê de şervanê me Şoreş Efrîn, di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şehîd ket.

Hevrê Şoreş Efrîn, li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Şoreş, ji şoreşa azadî û demokrasiyê ya gelan bi dilsoziyek mezin bawer kir, li hember her cure zordarî û paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

Nasnav: Şoreş Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Hebîb
Navê Dayikê: Alya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê, 21 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Şoreş de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”


Mijarên Din