HRW: Divê Tirkiye tevahî girtiyan ji Koronavîrusê biparêze

Human Rights Watch der barê dan û standina hikumeta Tirkiyê bi serbestberdana muhtemel a hin girtiyan re hişyarî da û got divê li ser esasê nêrîna siyasî tu cudahî tune bin. Her wiha bang li hikumetê kir ku divê biryara efûyê ji bo tevahî girtiyên ku kiryarên tundiyê nekirine, derbasdar be.

Bi berbelavbûna lez a vîrusa Koronayê re, hikumeta Tirkiyê hin planan jî amade dike ku yek jê lezkirina plana guhertina dema girtinê bi serbestberdana zû re yan jî bi rûniştina bi darê zorê re ye.

Human Rights Watch (HRW) pêşwaziya wê hewldanê kir, lê belê der heqê dan û standina hikumeta Tirkiyê bi serbestberdana muhtemel a hin girtiyan re, hişyarî da.

HRW’yê jî hikumeta Tirkiyê hişyar kir ku divê li ser esasê nêrîna siyasî tu cudayî di navbera girtiyan de tune be, her wiha divê biryara efûyê ya tê payîn ji bo hemû girtiyên ku kiryarên tundiyê nekirine, derbasdar be.

Li gorî agahiyên berdest, dibe ku projeya qanûnê ya vê hefteyê pêşkêşî parlamantoyê tê kirin, li ser 100 hezar girtiyên ji eslê 300 hezar girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de derbasdar be. Lê belê ev qanûn dê li ser bi hezaran girtiyên bi sûcên terorî yan jî sûcên li dijî dewletê hatine tawanbarkirin, pêk neyê. 

Li gorî rêxistinê, teror sûcê herî xeternak e. Lê belê li Tirkiyê, hikumet van tawanbariyan bi hedefên siyasî bi kar tîne ku gelek girtiyan dixe girtîgehên yedek ên demdirêj an jî hikmê bêyî îsbatan li wan dibire ku kiryarên tundiyê pêk anîne yan jî piştgiriya tundiyê kirine yan jî alîkariya lojîstîk dane komên çekdar ên qedexekirî.

Di nava wan de rojnamevan  Ahmet Altan û siyasetmedar Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, her wiha karsaz Osman Kavala û bi hezaran karmendên sivîl, mamoste û kesên din ku bi sedema girêdana bi tevgera Fetullah Gulen re hatine girtin, hene.

Human Rights Watch ji beriya çenda salan ve têkoşîna li dijî xirabiya bi karanîna dewleta Tirk a qanûnên terorê, dimeşîne. Her wiha li ser çawaniya danasîna dadgehan a erêkirina komî li ser sûcên terorî û çawaniya hedefgirtina dezgehên çapemeniyê, siyasetmedar û parêzeran dixebite.

Di reşnivîsa qanûna hikumetê ya serbestberdana zû ya bi şert de, tê destnîşankirin ku girtiyên ku herî kêm nîvê cezayên xwe di girtîgehê de derbas kirine dikarin zû bên berdan, her wiha naveroka wê de jî divê jinên ducanî û girtîyên ku temenê wan zêdetirî 60 salî ye û yên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene bên derdan an jî bikevin bin rûniştina bi darê zorê yan jî serbestberdana bi şert.

HRW’yê wiha lê zêde kir: "Em hemû kedên ji bo girtiyan tên kirin, pêşwazî dikin. Lê belê nabe ku ev tedbîr bibin amûreke hedefgirtina girtiyên siyasî. Divê cudakirina girtiyên "karên terorî" û girtiyên nexweş ku daxwaza taloqkirina cezayan kirine, ji aliyê parlamanê ve bê redkirin. Her wiha divê bê piştrastkirin ku cudahî di biryarên girêdayî serbestberdana zû ya tevahî girtiyan de tune be, her wiha divê dewlet parastina tenduristiya wan hilgire ser xwe, nexasim  dema ku xeteriyên ji ber temen an jî rewşên tenduristiyê yên li pêş, hebin.”

(fr)


Mijarên Din