​​​​​​​HRW: Korona belavî girtîgeha navendî ya Qeterê bûye

HRW, ragihand ku Koronavîrus belavî girtîgeha navendî ya paytexa Qeter, Dewhayê bûye.

Rêxistina navnetewî ya Human Rights Watch (HRW) diyar kir ku Koronavîrusê (Covid-19) belavî girîgeha navendî ya Qeterê bû û got divê desthilata Qeterê bi lez tedbîrên parastina girtî û karmendên girtîgeha navenda ya Dewhayê bigire.

Cîgirê Beşê Rojhilata Navîn di HRW‘ê de Michael Page  got, "Divê rayedarên Qatarê bilez tevbigerin da ku rê li ber belavbûneke berfirhe a Koronavîrusê bigire ku girtî û karmendên girtîgehê û niştecihên Dewhayê li pêşberî wê wê ne."

Page, anî ziman ku Qeter dikeve girtiyên bi temen û girtiyên ku sûcên bi tundî nekirine berde ji bo girtiyên din tedbîrên parsatinê asê bike.

Piştî ku agahî belav bûn ku di girtîgehê de kesên gumana vîrusê li ser wan heye, HRW, beriya çend rojan hevdîtin bi  6 girtiyên biyanî yên di girtîgeha navendî ya Qeterê kirin.  Girtiyan diyar kirin rewşa li girtîgeha navendî ya tekane  ya li Qeterê kirîtîk e.

 


Mijarên Din