HRW’ê rejîma Sûriyê bi girtina sivîlan tawanbar kir

Rêxistina Human Rights Watch îstixbaratên Sûriyê li herêmên ku nû kontrol dike, bi girtin, veşartin û astengkirina sivîlan tawanbar kir.

Hêzên rejîmê, di navbera mehên Sibat û Tebaxa 2018`an de herêma Xûta El-Şerqiyê û taxên li başûrê Şamê, parêzgehên Dera û Qûneytera li başûrê wê, careke din kontrol kirin. Ew yek piştî hevpeymanên di navbera Rûsya û Tirkiyê û operasyonên ku rejîm navê “Teswiye” lê dike, pêk hat.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ya çavdêriya mafên mirovan, di raporekê de wiha got: "Şaxên îstixbaratên Sûriyê şêniyên li herêmên ku nû ji komên li dijî hikumetê kontrol kir, astengiyan li pêşiya wan derdixe û wan destgîr dike."

Her wiha diyar kir ku ev binpêkirin dema hikumet hevpeymanên berjewendiyê bi kesayetên peywendîdar re pêk tîne, çêdibin.

Rêxistinê 11 rewşên binçavkirinê û revandinê li Dera, Xûta El-Şerqiyê û başûrê Şamê belge kirin û ji rêxistinên herêmî jî 500 rewşên binçavkirinan li van herêman belge kirin.

Gerînendeya beşa Rojhilata Navîn a rêxistinê Lema Feqîh wiha got: "Şerê li bejahiyê hema li piraniya Sûriyê nemaye, lê tiştek di rêbazên binpêkirinên şaxên îstixbaratan der heqê mafên opozîsyona ji hikumeta Esed re nehatiye guhertin." 

Rêxistinê bang li rejîma Sûriyê kir ku di zûtirîn demê de hemû girtiyan berdin û sedemên girtina wan zelal bikin û ji Rûsyayê xwest ku bi hevkarên xwe re hikmê xwe pêk bîne û destgîrkirinan rawestîne.

(jo)


Mijarên Din