Hûsî nahêlin NY alîkariyê derbasî Yemenê bike

Çavkaniyên hikumeta Yemenê destnîşan kir ku hêzên Hûsiyan nahêlin NY alîkariyê derbasî bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê bike.

AFP’ê ragihand ku hêzên Hûsiyan nehişt sed karmendên Neteweyên Yekbûyî (NY) bigihîjin embarên Aşên Behr El-Ehmerê.

Li Yemenê ku dewleta herî xizan a herêmê (Şibih El-Cezîrê El-Erebiyê) ye, ji sala 2014`an ve di navbera Hûsiyên ku alîkariya xwe ji Îranê digirin û hêzên girêdayî serokê Yemenê Ebdulrebah Mensûr Hadî de şer heye. Bi destwerdana Siûdiyê û di serî de koalîsyona leşkerî ji bo destekdayîna hêzên hikumetê, di Adara 2015`an de şer gurtir bû.

(jo)


Mijarên Din