Hûsî nuqteyên artêşa Yemenê topbaran dikin

Hêzên Hûsiyan nuqteyên artêşa Yemenê yên bakur û rojavayê parêzgeha Hecê topbaran kirin, her wiha roja yekşemê ji bajarê El-Tihêta heta nuqteyên ku baegeh lê hene yên li herêmên dûr ên li başûrê El-Hudeydayê dest bi êrîşeke taybet kir.

Kanala El-Mesîra ya girêdayî Komên Ensarellah El-Hûsî ragihand ku hêzên Hûsiyan li dijî artêşa Yemenê ya ku Koalîsyona Erebî piştgiriya wê dike û Erebistana Siûdî li rojhilat û rojavayê Heyran û bejahiya midûriyeta Mîdî ya li bakurê rojavayê parêzgeha Hecê ye, serkêşiya wê dike, bi moşek û topan topbaran kirin. Her wiha tekez kir ku di encama  topbaranê de kuştî û birîndar di nava artêşa Yemenê de çêbûne.

Her wiha Hûsiyan li bakurê Ahim û rojhilatê çiyayê El-Nar ê midûriyeta Hewit a bakurê rojavayê Hecê, komên leşkerî kirin armanca xwe.

Li parêzgeha Taz a başûrê rojavayê Yemenê jî hêzên Hûsiyan li ser komên artêşê yên li dagerandina midûriyeta El-Wezaiyê ku girêdayî rojavayê Tazê ye, bi 2 moşekên "Zilzal 1" û bi dirêjahiya 3 km topbaran kirin.

Kanala El-Erebiyê Net jî ragihand ku hêzên Hûsiyan li midûriyeta Zibêd a li başûrê El-Hudeydayê roja yekşemê dest bi êrîşeke taybet kir, ev jî ji herêmên dûr ên di navbera bajarê Zibêd û El-Tihêtayê de û heta gundên Hisên Rida, Mislib, Rewiyê û Benî El-Hadî ye.

Çapemeniya leşkerî ya artêşa Yemenê diyar kir ku armanc ji vê êrîşê, ew e ku artêşa Yemenê li bajarê El-Tihêtayê heta bi nuqteyên ku barageh lê mane, yên wekî herêmên dûr ku li başûrê El-Hudeydayê dikevin, kontrol bike.

Beramberî vê yekê topbarana Hûsiyan zêdetir bû û bi hemû çekên giran nuqte kirin armanc.

Nuqteyên hêzên Yemenê yên hevbeş roja yekşemê li bajarê Hudeydayê, midûriyeta El-Derêhîmî û midûriyeta Hîs rastî topbaraneke dijwar hatin.

Di vê derbarê de di destpêka meha Hezîranê de, hêzên Hûsiyan li ser vê rêyê rojhilatê bajarê El-Tihêtiyê bi dûrbûna 7 km dest bi parçekirinê kir, ev jî bi zêdekirina êrîşên li ser eniya Cebeliyê ya li başûrê El-Tihêtiyê re bû, ji ber vê yekê hewldana peydakirina rêya alîkariya ji aliyê Zibêta dikir, da ku li herêmên stratejîk vegere û gefan li peravên bajarê El-Hudeydayê bi xwe. 

Meclisa Leşkerî ya Yemenê tekez kir ku amadekariyên Hûsiyan li başûrê Hudeydayê bi amadekariyên Ii hundirê bajarê Hudeydayê re ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Yemenê ji beriya 4 salan ve di navbera hêzên Hûsiyan de ku Îranê piştgiriya wan dike û artêşa Yemenê ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ve tê destekkirin û Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, rastî êrîşên dijwar tê.

Di vê derbarê de ji 2015`an ve Koalîsyona Erebî û hêzên artêşê yên girêdayî serokê Yemenê Abdrebeh Mensûr Hadî hewldana kontrolkirina herêmên di bin serweriya Hûsiyan de dike.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li Yemenê zêdetirî hezar kuştî û birîndar hene û 22 milyon kes jî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye anku nêzî ji sedî 75  ji niştecihan e.

(eh)


Mijarên Din