Hûsî êrîş dikin û Koalîsyona Erebî jî amadekariyan dike

Komên Ensarellah ên Hûsiyan bi balafirên ‘K2’ êrîşî balafirgeha Ebha ya navdewletî û baregeha asmanî ya Qral Xalid a li Asîr kir. Her wiha hêzên Koalîsyona Erebî jî balafireke bêpîlot rûxand.

Çapemeniya komên Ensarellah ên Hûsiyan El-Mesîra îro li ser zimanê berdevkê hêzên çekdar Yehyha Serîa ragihand: "Firokeyên K2 balafirgeha Ebha ya navdewletî û baregeha asmanî ya Qral Xalid a li Asîrê, kirin aramanc."

Yehya Serîa diyar kir ku êrîşan bircên kontrolê kirin armanc û bû sedema rawestandina liv û tevgera balafirgehê, her wiha bîr xist ku çekên asmanî vê sibê birca kontrolê ya li baregeha asmanî ya Qral Xalid li Xemîs Mişêt a li Asîrê topbaran kir.

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî ya li Yemenê Tirkî El-Malikî jî diyar kir  ku vê sibê hêzên kaolîsyonê firokeyeke bêpîlot a Hûsiyan ji Senaa ber bi sivîlên li Xemîs Mişêt ve şandibû, rûxand.

El-Malikî got: "Hewldanên Hûsiyan ên şandina firokeyên bêpîlot, bi bin ketin û koalîsyon amadekariya operasyonan dike."

(eh)


Mijarên Din