Hîşam El-Beqî: Wê rejîma Tirk di 5 salan de hilweşe

Rêveberê Navenda Selman-Zayd a Lêkolînan Hîşam El-Beqlî got, Erdogan di birêvebirina welat de ji aliyê hundirîn ve bi binket. Li gorî pêşbîniyên El-Beqlî îhtîmal heye ku pergala Tirkiyê di 5 salên bê de hilweşe.

Rêveberê Navenda Selman-Zayd a Lêkolînên Rojhilata Navîn Hîşam El-Beqlî girêdayî mudexeleyên dewleta Tirk di herêmê de û daxuyaniyên wê yên dawîn girêdayî Yekitiya Ewropayê (YE), şandina artêşê ji Azerbaycanê re û gelek mijarên din ji ANHA`yê re axivî.

El-Beqlî di destpêkê de got, Erdogan ji aliyê hundirîn ve nikarî welatê xwe bi rê ve bibe. Niha jî bi rêya dosyayên derve hewl dide xuyenga xwe baş bike û bi rêya talankirina berhemên binerd ên dewletên cîran dixwaze binkeftina aborî binuximîne.

El-Beqlî diyar kir ku"Ji bo Erdogan, mijara herî girîng gaza li Deryayê Spî ye, Misir negihêje wê gazê, da ku neşîne Ewropayê. Ji ber ku ew ê bi awayekî neyînî bandor li depoya Qeterê û aboriya Tirkiyê bike."

El-Beqlî destnîşan kir ku hin dewlet, Tirkiye wek amûrekê bi kar tînin. Ji xwe Tirkiye planên parçekirinê pêk tîne û hewl dide dewletan lawaz bike.

`TIRKIYE WÊ BÊ NASNAME BIMÎNE`

Di nav gotinên xwe de El-Beqlî ji bo mijara hevdîtina dawîn a di navbera qiral Selman û Erdogan de û daxuyaniya serokatiya Tirkiyê têkildarî lihevkirina di navbera her du aliyan de ku dê pirsgirêkên xwe çareser bikin, got: “Dewleta Tirk dixwaze ji civaka navneteweyî re xuya bike ku piştî encamên hilbijratinên Amerîkayê Erebistana Siûdî dixwaze xwe nêzî dewleta Tirk bike.”

Her wiha El-Beqlî got, di şevek û rojekê de dewleta Tirk daxuyanî dide û dibêje pêwîst e têkiliyan bi Misir an jî bi Erebistana Siûdî re pêş bixe, ev ne ji valahiyê hatiye û wiha domand: “Dewleta Tirk baş dizane çawa rêya diyalogê veke. Heke bi rastî cidî ye, divê piştgiriya Ixwan Muslimînan û kanalên ku jehrê li Enqereyê belav dikin, rawestîne.”

Midûrê Navenda Selman-Zayd a Lêkolînan Hîşam El-Beqlî piştrast kir ku Erdogan dema got “Ew xwe li Ewropayê dibîne”, bi xwe fêlebaziyeke nû ye û hewldanek e pê gelê Tirk dixapîne. Her wiha ji bo çareserkirina dosyayan li ser tevahiya astan heyirînek zehmet e.

El-Beqlî wiha domand: “Mijara tevlêbûna Tirkiyê ji Yekitiya Ewropayê re, gelek dijwar e. Xeyalên Erdogan yên di navbera xilafetê û YE`yê de di hewayê de difirin. Rastî jî ew e ku YE`yê bi siyaseta Tirkiyê bawer nake. Ruxmî ku dewleta Tirk berê gelek tawîz dane. Lê helwest wiha ye `Tirkiyê nabe dewletek ewropî yan jî erebî yan jî asyayî, wê dewletek bê nasnameyeke diyar bimîne`.

`SIYASETA BIDEN DÊ BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK PÊK BÎNE`

El-Beqlî destnîşan kir ku dewleta Tirk di hilbijartinên Amerîkayê de piştgiriya Biden kir. Ji ber ku siyasetên wî dê li ser `Tevliheviya Xilafetê` ava bibe. Ev rêbaz ji bo pergala Tirkiyê û şepelên ku piştgiriya wê dikin, guncew e.

El-Beqlî da xuyakirin ku dewleta Tirk wê dev ji zimanê tundiyê berde, dê bikeve nava dewletan mîna ku di dema Obama de kiriye. Yanî dema şoreşên “Bihara Gelan” dest pê kirin û dewleta Tirk piştgiriya “Rêxitsinên tundraw” kirin da ku bigihêje desthilatê.

`RÛSYA, ÎRAN Û DEWLETA TIRK HER ALIYEK ARMANCÊN ALIYÊ DIN PÊK TÎNE`

Di vê dawiyê de dewleta Tirk hêz şand Azerbaycanê ya li rex Îranê. Bi vê yekê hewl dide ajandeyên xwe li Iraq û Yemenê jî pêk bîne. Her wiha beşên ji axa Sûriyê dagir kirin. Di vî warî de El-Beqlî got: “Îran û dewleta Tirk heta ku hin caran berjewendiyên wan cuda bin jî lê ew du rûyên diravekê ne. Têkiliya di navbera Ixwanan û pergala Îranê de mîna zewana katulîkî ye. Gelek nakokî tê de çêdibin. Lê ji hev qut nabin. Rola dewleta Tirk li Iraqê rola Îranê temam dike. Îran başûrê Iraqê kontrol dike û dewleta Tirk jî bakurê wê kontrol dike. Iraq di navbera `Çeneyên Îran û Tirkiyê de dimîne`.”

El-Beqlî bal kişand ser têkiliyên xurt ên di navbera Tirkiyê, Rûsya, Îran û Çînê de û wiha domand: “Di navbera van dewletan de berjewendiyên hevbeş hene. Zehmet e ku her aliyek aliyên dîtir bike armanc bi awayekî ku têkiliyan xirab bike.Têkiliyên di navbera wan de xurt in û gelek dosyayên hevbeş hene ku hebûna koordîneyê di navbera wan de ferz dike. Her yek ji wan berjewendiyên aliyê din pêk tîne.”

`PERGALA TIRKIYÊ WÊ HILWEŞE`

Di dawiyê de midûrê Navenda Selman-Zayd a Lêkolînan Hîşam El-Beqlî got îhtîmal heye di 5 salên bê de rejîma Tirkiyê hilweşe û wiha domand: “Divê em lez nekin. Temenê pergala Erdogan heta niha, wek pergalek siyasî mirov dikare bi pergala nûzayî biwesfîne. Me gelek pirtûkên dîrokî xwendin, tê de hinek demên desthilatê ruxmî ku zêdetirî 15 salan dom kirin, lê bi kurt hatin wesifandin.“

(şx)

ANHA


Mijarên Din