Hûsiyan 3 keştî desteser kirin

Hûsiyan daxuyand ku li Deryaya Sor dest danîne ser 3  keştiyan. Hate zanîn ku keştiyek a Erebistana Siûdî ye.

Di demekê de ku li Yemenê şerê di navbera Hûsiyan û hikumeta Mansûr Hadî ya bi piştgiriya Erebistana Siûdî de kêm bû, 3 keştî ku yek ji wan ya Siûdiyê ye, ji aliyê Hûsiyan ve hatin revandin. Hûsiyan ragihand ku navê keştiya Siûdî ‘Rabigh 3’ ye.

Berdevkê Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî Turkî El-Malîkî diyar kir ku keştiyeke lêgerîna petrolê ya ku li başûrê Deryaya Sor bû, ji aliyê Hûsiyan ve hate desteserkirin. El-Malîkî ji ajansa nûçeyan a Siûdî SPA'yê re axivî û diyar kir ku keştiya 'Rabigh 3' ya keştiyeke petrolê ya şîrketeke Koreya Başûr bû.

Li gorî rayedarê Siûdî keştiya lêgerîna li petrolê yekşemê hate desteserkirin. Yek ji serkêşên milîsên Hûsî Muhammed El-Hûsî der barê mijarê de axivî û piştrast kir ku keştiya petrolê hatiye desteserkirin. El-Hûsî her wiha 'gumana' xwe ya der barê bûyerê de anî ziman û ragihand ku dema ku eşkere bû ku keştî ya Koreya Başûr e, wê bê radestkirin.


Mijarên Din