Hûsiyan baregeha Melik Xalid hedef girtin

Hêzên Hûsiyan bi balafireke bêpîlot baregeha El-Melik Xalid a esîmanî li Ximês Meşîd li Siûdiyê kir hedefa xwe, her wiha Koalisyona Erebî jî got wan balafir aniyê xwarê.

Toreya El-Mesîrê berdevka koma Ensar Ellah a Yemenê got balafira bêpîlot a hêzên Hûsiyan bi balafirên K2 li baregeha El-Melik Xalid li Xemîs Meşîd li Siûdiyê çalakiyên berfireh pêk anîne.

Berdevkê hêzên Hûsiyan Yehye Serî wiha got: " Cabilxane û cihên hesas li baregeha El-Melik Xalid a esîmanî kir hedefa xwe." Berdevk  teqez kir ku çalakiyan armancên xwe pêk anî.

Her wiha berdevkê fermî yê Hêzên Koalisyona Erebî a ku Siûdiyê  birêve dibe li Yemenê Tirkî Malikî diyar kir ku hêzên Koslisyonê îro serê sibehê balafireke bêpîlot a hêzên Hûsiyan ku ji parêzgeha Senaayê ve rêkiribûn, xistin xwarê.

Li gorî Malikî ragihaniye ku agahiyên der barê hedefgirtina bargeha El-Melik Xalid a esîmanî ku dezgehên çapemeniyê Ensar Ellah Hûsî behsa wê dikin, ne rast in.

Hêzên Hûsiyan di demên dawî de êrîşên xwe bi balafirên bêpîlot li ser baregeha El-Melik Xalid û balafirxaneya Cazan zêde kirin, di bombebarana ser balafirxaneya Cazan welatiyekî ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 20 kesên ji Siûdiyê  û nasnameyên cuda birîndar bûn.

(jo)


Mijarên Din