Hûsiyan baregehên Erebistana Siûdî kirin hedef, Siûdiyan jî bersiv dan

Koma Ensarullah El-Hûsî ragihand ku hêzên wan odeya çalakiyan a li balafirgeha Necran û baregeha hawayî ya Melek Xalid a li Xemîs Meşîd a Erebistana Siûdî kirin hedef. Koalîsyona Erebî jî ragihand ku wan 4 dron rûxandin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Hûsiyan Yehya Serai got: "Çeka asîmanî îro nîvro bi hejmareke mezin a balafirên K2 yên bê mirov odeya çalakiyan a li balafireha Necran û depoyên çekan û dikên balafirên ên li baregeha Melek ya Asîmanî ya li Xemîs Meşîr û hedefên din ên leşkerî kirin armanc."

Serai got: "Balafiran bi  zelalî li hedefên wan da."

Ji aliyekî din ve Koalîsyona Erebî li Yemenê ragihand ku hêzên wan 4 dronên bombebarkirî rûxandin, ku Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve avêtin. "

Berdevkê hêzên Koalîsyonê Tirkî El-Malikî got: "Hêzên Koalîsyona Hevbeş îro sibeha 4 dronên bombebarkirî ku Hûsiyan ber bi qiralîteyê ve avêtin rûxandin. Ji wan 3 dron li asîmanê Yemenê hatin astengkirin."

El-Malikî daxuyand ku Fermandariya Hêzên Hevbeş a Koalîsyonê  li gorî qanpnên navdewletî û mirovî hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan pêk tîne.


Mijarên Din