Hûsiyan bi roketên Cruise balafirgeha Abha ya Siûdiyê kir hedef

Kanala El-Semîre ya girêdayî koma Ensarullah El-Hûsî ya girêdayî Îranê ragihand ku komên Hûsî balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdî bi roketên Cruise kir armanc.

Kanala El-Semîre li ser zimanê çavkaniyên Ensarullah El-Hûsî ragihand ku rêwîtiya asîmanî li balafirgehê ji ber wan êrîşan rawestiye. Di heman demê de jî Erebistana Siûdî yan jî Koalîsyona Erebî ku li Yemenê ji 2015’an ve şerê Hûsiyan dikin, bûyer piştrast nekir an jî  nederewand.

Kanalê îşaret pê kir ku hêzên asîmanî yên Ensarullah El-Hûsî 3 roket ji cureyên (Erdhej 1) avêtine binkeyên artêşa Erebistana Siûdiyê li herêma Ebwab El-Hedîd li parêzgeha Esîrê. Her wiha jî yekîneyeke sekvanên leşkerên Erebistana Siûdiyê li heman eniyê kirin hedef û di encamê de gelek kuştî çêbûn.

Hûsiyan, şevê berê pêkanîna êrîşên li baregeha El-Melîk Xalid a asîmanê li herêma Xemîs Mişît ya başûrê rojavayê Erebistana Siûdî bi firokeyên bêpîlot ragihand. Li aliyekî dîtir jî beriya 2 rojan êrîşên bi firokeyên bêpîlot li balafirgeha Cazan a başûrê rojavayê Erebistana Siûdî ku operasyona 5’emîn e di vê mehê de pêk tînin, ragihand.

(fr)


Mijarên Din