Hûsiyan bikaranîna pergala moşekan ragihand

Koma Ensarulah El-Hûsî bikaranîna pergala moşekan a nû ragihand û da zanîn ku dê di demeke nêz de di pêşangeha leşkerî de were pêşandan.

Berdevkê hêzên Hûsî Yehya Serî  ji kanal El-Mesîra ya hûsiyan re got li gel vê hêzê banka hedefan li Erebistana Siûdiyê heye ku herêmên zîndî yên weke avahîsazî û torên petrolê yên stratejîk dikin armanc.

Serî li zêde kir ku di heman demê de bi çekên cihêreng hêzên wan dikarin gelek nuqteyan hedef bigirin.

Li aliyekî din hûsiyan di demeke berê de ragihandibû ku hêzên wan di 2 mehên borî de 26 derbe li nuqteyên Erebistana Siûdiyê yên di hundir de xistin ku ji bo armancên leşkerî bi kar dianîn û gefa destpêkirina merheleya duyemîn a êrîşan xwar.

(fr)


Mijarên Din