​​​​​​​ ‘Huner neynika civakê ye û divê parastina wê bê kirin’

Hunermend Xalid Dêrik bi rêya stranên folklora kurdî ya resen û stranên girêdayî doza gel û şoreşê navdar bû.

Xalid Dêrik ji biçûkaniya xwe de ji xalê xwe yê ku stranên folklorî ya kurdî distra bandor bû. Lê belê piştevanî û teşwîqkirina bavê wî hişt ku têkeve nava hewaya stran û hunerê. Xalid Dêrik fêrî lêdana tembûrê bû û tev li koma muzîkê bû û heta roja îro stranan distrê.

Xalid Hadî yê di nav hunerê de bi Xalid Dêrik tê nasîn, li herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê mezin bû. Ew herêm jî bi strana folklorî ya resen tê nasîn.

Xalid Dêrik li herêma Silopî ya Bakurê Kurdistanê hat dinê. Piştre di bin zexta dewleta Tirk a faşîst de malbatê bar kir herêmên Rojava.

LI SER DENG Û EZBERKIRINA STRANÊN HUNERMENDÊN NAVDAR, MEZIN BÛ

Ji biçûkaniya xwe de, hunermend Xalid li ser guhdarîkirina stranên resen ên hunermendên navdar ên mîna Abdulezîz Semî, Fadil Cizîrî, Salih Şirnexî û hwd mezin bû. Bandora wan hunermendan li ser Xalid Dêrik gelekî heye û hişt ku ew bi hunerê ve were girêdan.

Li gel wê jî bi stranên koma Berxwedan a ku bi bilindbûna şoreşa azadiyê li Kurdistanê re hatiye avakirin, bandor bû. Bi wê re biryar da ku hunera xwe ji bo xizmetkirina şoreş û doza Kurd bidomîne.

Herêmên Koçerat û Botan bi stranên xelekî yên folklorî navdar in. Ji her herêmekê stranên wê yên taybet hene ku bi xweza, jînegeh û gewdeya şêniyên wê ve girêdayî ye.

Herêmên Botan û Koçerat bi stranên folklorî yên taybet ji herêmên dîtir navdar in, ew jî bi çînên deng û meqamên wê. Şêniyên herêmê bi gelek cureyên stranan tê nasîn û wiha ne:

Bêrîta: Peyvên vê stranê jî li ser şerên ku li herêma Koçeran çêbûne bi tayet û gelê Kurd bi giştî, her wiha li ser qehremaniyên Kurdan in.

Payîzok: Ev stran jî li ser çîrokên eşq û hezkirinê ne.

Helavîtin, Telî û Geranî: Ev cure stran di bone, şahî û zemawendan de tê gotin, ji her yekê jî dîlana wê ya taybet heye.

Ev stran hem di bone, rûniştin û şevbêrkan, bi taybet di mêvangehên gundan de tên gotin.

Çand û huner ji hîmên bingehîn ên şoreşan in. Hunerê roleke girîng di şoreşa Rojava de lîst, jê jî danasîna şoreşê, belavkirina rihê berxwedan û tevgerîna li gorî nirx û şehîdan.

Tevgera hunerê ya li Rojava ji hêla rejîma Basê ve rastî gelek zextên bênavber hat, bi taybet li gorî hunermend û komên hunerê yên bi doza gel ve girêdayî. Her wiha hunermend rastî serdegirtinên ewlehî de hatin. Ev yek jî li ser hunermend Xalid Dêrikî jî derbasdar e.

Bi rêya şoreşa Rojava huner û folklora Kurd bi pêş de çû û dengê wî li tevahî parçeyên Kurdistanê veda.

Di dirêjahiya wê demê de, hunermend Xalid Dêrik gelek stran nivîsandin. Jê jî strana (Destana Silopî ) ya ku li ser jiyana şehîd Sadiq li Silopiyê, şehîd Gelhat ê ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûye û şehîd Bedran Çiya, straye. Xalid Dêrik strana (Felaket im) jî nivîsand. Her wiha di destpêka şoreş de jî strana bi navê Azadiyê stra, li gel wê jî stranên wî di nava koma Cûdî ya girêdayî Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê jî hene.

 PIŞTEVANÎ JI BAVÊ XWE WERGIRT Û HUNER DERBASÎ NAVA ZAROKÊN XWE JÎ KIR

Hunermend Xalid Dêrik ji biçûkaniya xwe de piştevanî ji bavê xwe wergirt. Her wiha hewl dide vê hunerê derbasî nava zarokên xwe jî bike. Ji ber ku li gel zarokên wî jî behreya huner, lêdan û stranê heye.

Hunermend Xalid Dêrik got li herêmên Botan û Koçerat strana xelekî heye û ev cure stran jî pir zehmet e û her hunermendek nikare bistrê. Hê jî ev cure stran li vê herêmê heye.

Xalid Dêrik wiha domand: "Piştevaniya bavê min, hişt ku bigihînim vê astê. Ji ber wê min xwe di hunerê de kûr kir. Vê jî hişt ku ez vê behreyê derbasî nava zarokên xwe bikim."

Li aliyekî din jî keça Xalid Dêrik, Sorxîn ji bavê xwe bandor bû, fêrî lêdana li ser tembûrê bû û tev li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya geşkirina behreyan bû.

 ‘HUNER NEYNIKA CIVAKÊ YE Û DIVÊ PARASTINA ÇANDÊ JI HILWEŞÎNÊ BIKIN’

Hunermend Xalid Dêrik da zanîn ku huner neynika civakê ye û divê dîroka wê bê zanîn. Ji ber huner civakê ber bi rêya rast ve dibe û erka wê ya bingehîn parastina folklora resen e.

Xalid Dêrik pêwîst e her hunermendek bi doza gel û şoreşa xwe ve girêdayî be û berpirsên xwe bi tevahî pêk bîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din