Hunermend Ayaz Yûsif li Qamişlo hat bi bîranîn

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi merasîmekê hunermend Ayaz Yûsif bi bîr anî.

Bi boneya salvegera 35`emîn li ser koça dawî ya hunermend Ayaz Yûsif yê ku bi navê Ayaz Zaxoyî tê naskirin, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê merasîmeke bîranînê li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Hunermendên Herêma Cizîrê, endamên Yektiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û rewşenbîrên herêma Cizîrê li merasîmê hazir bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a Merasîmê Bîranînê Bêkes Darî bi xêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku malbata hunermend Ayaz Yûsif hewl dan ku li merasîma rêzgirtinê hazir bibe, lê ji ber astengiyan ne dikarî amade bibe û got: "Birayê hunermend silavên xwe ji hemû gel, hunermend û dezgehên Rojavayê kurdistanê re dişîne û ji ber hezkirina wî ji Rojava re soz da ku di demeke nêz de ew ê serdana me bike."

Piştre hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî axivî, got gelên ku xwedî li çanda xwe derdikeve mîna gelê Kurd di gelek êrişan re derbas bûn.

Yûnis li ser kesayeta hunermend Ayaz Yûsif jî got: "Hunermend Ayaz Yûsif yek ji wan kesayetên ku bi temenê xwe yê biçûk aşqê gel û çanda xwe bû, tevî astengiyan di karê xwe yê hunerî de çanda xwe parast."

Yûnis daxuyand ku ew wekî Rêveberiya Xweser ji bo xwedîderketin li cangoriyên ku çand û nasnameya xwe parastine ji destpêkê heta niha kar û xebatê dikin.

Piştî axaftinan, sînevizyonek li ser jiyana hunermend Ayaz Yûsif hat pêşkêşkirin, ku tê de birayê hunermend Hacî Yûsif, hunermend Bilind Ibrahîm, hunermend Xelîl Xemgîn û hunermend Rojda axivîn û spasiya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê kirin.

Paşê hevseroka Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê û cîgirê wê Danîş Botan ji ber ne hazirbûna malbata hunermend Ayaz Yûsif xelat radestî hunermend Nesrîn Botan û Hacî Mûsa kir.

Hunermend Nesrîn Botan soza da ku wê xelatê radestî malbata hunermend Ayaz Yûsif bike.

Di dawiyê de koma Cûdî ya stranan, stranên hunermend Ayaz Yûsif gotin.

Hêjayî gotinê ye hunermend Ayaz Yûsif di sala 1961`an de li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji dayîkbûye. Di sala 1986`an de di encamê nexweşiyê de jiyan xwe ji dest da.

Yekemîn strana hunermend Ayaz Yûsif di sala 1982`an de ya bi navê (min dît cara ewilî) hat derxistin. Hejmara stranên wî dighêje 65 stranî.

(sb)

ANHA


Mijarên Din