Hunermend Diyar Dêrsim li Kobanê konserek da

Bi sponseriya Tevgera Mazobotamiya ya Çand û Hunerê, hunermendê Kurd Diyar Dêrsim konserek li navenda bajarê Kobanê da.

Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim li qada Jina Azad a li navenda bajarê Kobanê ji aliyê hezaran şêniyên Kobanê ve hate pêşwazîkirin.

Hunermend Diyar Dêrsim gelek stranên şoreşgerî, stranên li ser şehîdên Kurdistanê di nav şehîdên berxwedana Kobanê gotin.

Konser çend seatan dewam kir. Şêniyan li ber stranan dirûşme diavêtin û govend gerandin.

ANHA


Mijarên Din