Hunermend Diyar Dêrsim li Qamişlo konserek da

Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim li Stada 12`ê Adarê ya Qamişlo konsêrek da. Bi hezaran şêniyên Qamişlo beşdarî konsêrê bûn.

Hunermend Diyar Dêrsim ji Ewropayê hatiye Rojava da ku konsêran li gelek herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatl Sûriyê lidar bixe.

Hunermend Diyar Dêrsim îro konsêrek li Stada 12`ê Adarê ya Qamişlo lidar xist. Stad bi alên YPG, YPJ, QSD, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. Her wiha girseyek mezin ji şêniyên Qamişlo beşdarî konsêrê bûn.

Di konsêrê de hunermend Diyar Dêrsim gelek stranên ku ji bo Şoreşa Rojava hûnandiye û starnên girêdayî şehîdên azadiyê vegotin.

Konsêr du saetên berdewam kir û şêniyan li ber stranên hunermed xelekên govendê gerandin.

Konsêr di saet 21.00’an de bi dawî bû. Tê payîn ku hunermend Diyar Dêrsim di hefteya bê de şahiyekê li kantona Kobanê lidar bixe.

Hunermend Diyar Dêrsim ji bakurê Kurdistanê ye û mîna gelek hunermed û siyasetmedarên Kurd ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker berê xwe daye Ewropayê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din