Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hate bibîranîn

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê û Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê hunermend Mihemed Şêxo di salvegera wefata xwe ya 31`an de hate bibîranîn.

Merasîma bîranên li Navenda Çand û Hunerê ya ku bi navê wî hatiye binavkirin li bajarê Qamişlo lidar ket.

Hola navendê bi wêneyên hunermend Mihemed Şêxo hate xemilandin. Bi sedan ji hezkiriyên hunermendê nemir, malbatên hunermend Mihemed Şêxo, bi dehan hunermend û nivîskar tevî endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ednan Ibrahîm û hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivîn. Axaftvanan bixêrhatina beşdaran kirin û destnîşan kirin ku hunermendê nemir Mihemed Şêxo her tim li hember zulm û dagirkeriyê bi rêya stranên xwe liber xwe daye.

Her wiha diyar kirin ku Mihemed Şêxo bi rêya stranên xwe azar û êşên gelê Kurd rave kir. Heta niha stranên wî têne guhdarkirin.

Axaftvanan gotin, mirov bi rêya hunera Kurdî dikare bibe deng demokrasî û azadiyê lê divê helwestek ku yekitiya Kurdî armanc dike were nîşandan.

Birayê hunermend Mihemed Şêx, Hecî Hemîd got: "Mihemed Şêxo bi rêya stranên xwe hişt ku em lihev kom bibin. Her stranek wî rojnameyek siyasî bû. yê ku jê hezdikir stranên wî fam dikirin."

Di dawiya merasîmê de Koma Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya stran gelek stranên Mihemed Şêxo vegotin. Her wiha sînevizyonek girêdyaî jiyan û hunera hunermendê nemir hate pêşendan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din