Hunermendê MKM’ê Veysî Ermîş hate destgîrkirin

Îro serê sibê polîsên dewleta Tirk bi ser mala hunermend Veysî Ermîş de girt û Ermîş destgîr kir.

Piştî ku polîsên dewleta Tirk a dagirker gelek parlamenter, şaredar û endamên Lijneya Navenî ya HDP’ê yên berê destgîr kirin, îro jî serê sibê polîsan bi ser mala hunermend Veysî Ermîş de girt ku xebatên xwe di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de dimeşîne û Ermîş destgîr kir.

Hate zanîn ku polîsan serê sibê bi ser mala Ermîş ya li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê de girtiye û li gorî agahiyên ji malbata hunermend Veysî Ermîş hatine wergirtin, heta niha tu agahî nehatiye dayîn bê ka Ermîş li ku derê tê ragirtin.


Mijarên Din