Hunermend Rotînda li Qamişlo konserek da

Hunermendê Kurd Rotînda ji şêniyên bajarê Qamişlo re li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner konserek da.

Îro şêniyên bajarê Qamişlo ji bo konsera hunermend Rotînda li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kom bûn. Şervanên YPG/YPJ, Tabûra şervanên Enternasyonalîst tevlî konserê bûn.

Hunermend Rotînda bi xêrhatina beşdaran kir û bi strana xwe ya bi navê "Egît" dest bi konserê kir. Rotînda di konserê de stranên; Delala min, koçberê, Payîz, Bawerî, Avaşîn, Şerê malan, Şirîna Min, Kuro, Bexçe Evselê, Bihişt, Ha Gerîlla vegot.

Beşdaran bi tilîliyan govend gerandin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ beriz kirin.

(mk)

ANHA


Mijarên Din