Husiyan balafirek sîxurî ya Koalîsyona Erebî  xist xwarê

Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê êrîşî bajarê Teiz ê Yemenê kir. Di encamê de fermendarek meydanî yê Husiyan û 8 parêzvanên wî hatin kuştin. Husiyan jî balafirek sîxurî ya Koalîsyonê xist xwarê.

Li gorî ku rûpela El-Miseyre Net berdevka koma Ansar El-llah El-Husî, hêzên Husiyan balafirek sîxurî ya girêdayî Koalîsyona Erebî li herêma El-Mizreq a mudiriyeta Herad a parêzgeha Hice ya sînorî xiste xwarê.

Li gorî Al-Arabia Net di topbarana Koalîsyonê ya li dijî bajarê Teizê fermendarek meydanî yê Husiyan û 8 parêzvanên wî hatin kuştin. Di şerê li dijî artêşa Yemenê de li rojhilatê Teizê, 7 endamên hêzên Husiyan di nav de 3 fermendar hatin kuştin.

Artêşa Yemenê îro ragihand ku li parêzgeha Saida û El- Beyda  herêm û  nuqteyên nû ji destê Husiyan derxistine. Li Saidayê artêşa Yemenê Tibet El-Qed û beşên berfireh ji çiyayê El-Hisin ê mudiriyeta Razihê rojavayê parêzgeha Saidayê xistine bin serweriya xwe.

Li parêzgeha El-Beyda jî hêzên Yemenê herêma Horan bi giştî, Tibet El-Teyare, herêma Selîl, Xewal El-Şeîr, Xol Al Salim tevî herêmên Nemran, El-Cedan û El-Hinadiye li eniya Qaniya kontrol kirine.

Ji aliyekî din ve hêzên Husiyan pirek li xeta giştî ya herêma El-Qiraiye rojavayê mudiriyeta Qetebe ku her du parêzgehên El-Dali û Ib bi hev re girê dide teqandin.

 (şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din