Hêvîdar Dara mînaka jina berxwedêr e

19 sal li çiyayên Kurdistanê têkoşîn kir û li kêleka gelê Rojava, li dijî mejiyê qirêj têkoşiya. Hêvîdar Dara bi têkoşîna xwe bû mînaka jina azad û berxwedêr ku teslîmkarî qebûl nekir.

Têkoşer Besna Xalid bi nasnav Hêvîdar Dara di sala 1974’an de li herêma Girkê Legê hatiye dinê. Hêvîdar di hemêza malbatek welatparêz de ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji salên destpêkê nas dike, mezin dibe. Dema serweriya Rejîma Baas, malbat çalakiyên tevgerê bi awayekî veşartî pêk dianîn.

Hêvîdar xwedî kesayetek çalak û jêhatî bû. Rihê welatparêziyê ji biçûkahiya wê ve di dilê wê de hatibû çandin. Ev jî hîmek sereke ku bandor li kesayeta wê ya şoreşgerî  dike.

Rihê welatparêzî

Xwişka têkoşer Besna, Fatme Xalid bîranînên zarokatiya xwe bi xwişka xwe re vegotin û got: "Besna di xwendinê de gelek jêhatî bû. Ji biçûkahiya xwe ve bi tevgerê ve hate girêdan. Rojekê ji min re wêneyê Rêber Ocalan ku di nav lênûska xwe de veşartî bû nîşan da û ji min pirs kir tu vî nas dikî? Min got na. Ji min re got ev Rêberê Gelê Kurd û ez ji wî pir hezdikim. Wê demê min jê pirs kir gelo wê çi ji me re bike? Besna wiha bersîva min da; ew dê azadiyê bîne da ku em bi hev re di Kurdistanek azad de bijîn. Wê demê Besna hîna biçûk bû. Ji ber wê min jê re got divê xwendina xwe temam bike û bi van mijaran mijul nebe."

Fatme wiha domand: "Rojekê min çenteyek dît. Tê de pere hebûn. Min ji dê û bavê xwe pirs kir gelo yê wan e gotin na. Wê demê Besna li dibistanê bû, dema vegeriya min jê pirs kir, got wê alîkariya hevalan dike û ji şêniyan pere kom dike.”

Tevlîbûna şoreşê

Roj bi roj rihê welatparêziyê di hundirê Besna de mezin dibû. Di sala 1994`an de biryar dide ku tevlî tevgerê be. Wê demê Tevgera Azadiya Kurdistanê di çiyayên Kurdistanê de û di gelek qadên leşkerî, siyasî û fikrî de li dijî artêşa Tirk di şerên dijwar de bû.

Besna biryara tevlibûnê ji bavê xwe re dibêje. Piştî gelek nîqaşan û ji ber ku Besna bi heycan e da ku tev li bibe,  bavê wê jê re dibêje ew dê bi keça xwe serbilind be eger tevlî tevgerê û hemleyên berxwedanê li dijî dijminên welêt bibe. Di kêliya dawîn de jê re dibêje: "Bila serkeftin para te be."

Hevaleke dirust bû

Piştî Besna tevlî nav refên şoreşê dibe û li rex taburên têkoşerên şoreşgerî yên ku ji bo welatê xwe di çiyayên Kurdistanê de çek rakirine disekine, rêbaza jiyana Besna tê guhertin. Êdî ne mîna mirovên normal bû, ew şoreşger bû û ji bo welatê rêya têkoşînê da pêşiya xwe.

Hêvîdar li çiyayên Kurdistanê beşdarî gelek şerên li dijî dewleta dagirker dibe û birîndar dibe. Ruxma birîndarbûna xwe  nedisekinî. Dema şer radiwestî lingê xwe yê birîndar dikir nav ava şûr da ku birîna wê kul nebe. Dema ji şer vedigerî digot ew fêrî gelek tiştan bûye.

Ji bo tolhildanê vedigere warê xwe

Piştî salên dirêj ji tevlibûnê, çirûska şoreşê li Rojava destpê dike. Gel radibe ser pêyan û herêmên xwe ji hêzên Rejîmê rizgar dikin. Gel xwe bi xwe birêxistin dike, saziyên xwe û hêzên xwe yên leşkerî ava dike.

Wê demê Hêvîdar biryar dide ku vegere Rojava da ku beşdarî şoreşê bibe. Vedigere û rolek giring di avakirina YPJ’ê de dilîze.

Hêvîdar li herêma Til Temirê kar dike û ciwanan teşwîqî tevlibûna di nav refên YPJ û YPG`ê dike. Piştre ji bo pêkanîna erka xwe berê xwe dide Serêkaniyê. Wê demê herêm rastî êrîşên dijwar ên Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a niha) tê. Hêvîdar tevlî şerên li dijî çeteyan dibe û rolek mezin di rizgarkirina gelek gundên Ereb, Kurd û Aşûran de dilîze.

Piştî xebatên bêhempa, Hêvîdar tugayek bi navê Şehîd Silava ava dike û şervanên jin ji aliyê fikrî ve perwerde dike. Di perwerdeyên xwe de Hêvîdar rizgarkirina jinê di civakê de tekez dikir.

Fatme xwişka têkoşer Hêvîdar dibêje, Hêvîdar piştî 18 salan serdana malê kir û wê rojê wiha bibîr tîne: “Dema ez bi dayîka xwe re rûniştibûm, min dît hejmarek erebe li ber deriyê mala me sekinîn. Ez ji mal derketim da ku bizanibim çi diqewime. Piştre hejmarek şervanên YPJ`ê ji erebeyê derketin. Min hema ji wan pirs kir, gelo Hêvîdar şehîd ketiye? Gotin na ew bi me re ye. Min û dayîka xwe me Hêvîdar nasnekir. Sifatên wê hatibûn guhertin."

Heta şehadetê teslîm nebû

Di sala 2013`an de Cebhet El-Nusra bi dijwarî êrîşî herêma Serêkaniyê dike. Yekîneyên parastinê planekê ji bo rizgarkirina gundên di navbera herêmên Serêkaniyê û Til Temirê de datînin, da ku asta êrîşên çeteyan kêm bikin.

Plana yekîneyê bi ser dikeve û gelek gund têne rizgarkirin di nav de gundê Gîbiş ê ku dikeve ser rêya navdewletî (Rodko). Lê çete êrîşî nuqteyên yekîneyê dikin û çend nuqteyên şervanan dorpêç dikin. Wê demê Hêvîdar tevî hejmarek şervanan hewl didin alîkariya hevalên xwe yên di dorpêç de bikin. Lê ew dikevin kemîna çeteyan, Hêvîdar tevî hevaleke xwe birîndar dibe û ajokarê erebeyê şehîd dikeve.

Ew roj 20`ê Cotmeha 2013`an bû, çeteyan Hêvîdar û hevala wê dorpêç kirin. Ji bo ku esîr nekeve destê çeteyan, Hêvîdar hevala xwe hemêz dike û bi bombeyek destan xwe diteqînin. Bi vê yekê dibe sembola jina berxwedêr.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din