‘Hêviya me ya cejnê; dagirker derkevin û em vegerin malên xwe‘

Koçberên Serêkaniyê hêvî dikin ku herêmên wan ji dagirekeran werin rizgarkirin û cejna bê di malên xwe de pîroz bikin.

Şêniyên herêma Serêkaniyê yên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û li kampa Waşûkanî dimînin, Cejna Remezanê ya îsal dûrî warê xwe û di nava mercên zehmet de pîroz dikin.

Jina bi navê Necma El-Ilêwî ya ji gundê Um El-Xêr ê bajarê Serêkaniyê der barê cejnê di kampê de got: "Cejn di nava kampê de ne xirab e, lê cûdahiyeke mezin di navbera ku mirov cejnê li gel xizmên xwe pîroz bike û di nava kampê de pîroz bikin heye."

Necma anî ziman ku ew bi hatina cejnê re şad nebûn, ji ber ku ji warê xwe koçber bûne, lê tevî vê yekê dilê zarokên xwe bi kirîna şekirina û serdana cîranan xweş kirin.

Necma El-Ilêwî diyar kir ku ji ber rewşa jiyanî ya nebaş wê îsal cilên cejnê ji zarokên xwe re nekiriye û hêvî kir ku aştî û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were û vegerin malên xwe.

Ebdulezîz Îbarhîm li ser astmosfêra cejnê di kampê de wiha got: "Cejn mîna ya îsal di ser me re derbas nebûye. Ev cejn a yekem e ku dûrî bajarê xwe pîroz dikim. Hal di min de nemaye ku pêwîstiyên mabatlê ji bo merasîma cejnê peyda bikim."

Îbrahîm her wiha destnîşan kir wî li gund bi hemû malbatê re pêşwaziya cejnê dikir û ev tişt anî ziman: "Di kampê de zarokên me jî bi hatine cejnê kêfxweş nebûn. Em ji xizmên xwe dûr in, ji ber wê me atmosfêra cejnê di kampê de nedît."

Ebdulezîz Îbarhaîm hêvî kir ku vegerin malên xwe û wekî berê jiyana xwe ya asayî berdewam bikin.

Dayika Helîma Emîn (77) ji bajarê Serêkaniyê ye jî ev tişt got: "Cejn ne mîna dema ku em li bajarê xwe bûn. Li Serêkaniyê em û cîrnan me serdana hevdû dikr. Lê niha em neçar in mercên kampê tehemul bikin heta vegerin bajarê xwe Serêkaniyê."

Dayika Helîma anî ziman ku kêfxweşiya herî mezin dema ku gelê Kurd bibe yek û dewletên mêtînger wan hikûm neke.

Selma Şêxo ya 6 salî dibêje ku wê bêriya atmosfêra cejnê li bajarê xwe Serêkaniyê kiriye: "Li vi rem ji konê xwe derneketin, dema em li Serêkaniyê bûn me cilên cejnê dikirin û ez û hevalên xwe digeriyan me şekir û şêranî kom diki, lê li vir me tiştek nekir."

ANHA


Mijarên Din